MeclIsa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi armanca nîqaşkirina rewşa sûriyê panêlek li bajarê Til Birakê li dar xist.
Panêl bi beşdarbûna bi dehan ji partiya siyasî, rûsipiyên herêmê, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û malbatên şehîdan pêk hat.
piştî deqeyeke rêzgirtinê rewşa siyasî a sûriyê, peymana 10 adarê û gotarên kîn û nefretê hatin nîqaş kirin
Piştire Hevserokê MSD’ê Mehmûd Mislet û Endamê Ofîsa Peywendiyên MSD’ê Hisên Ezam axivîn.
axêveran tekez kirin ku armanc avakirina sûriyake demokratîk û ne navendî ye her wiha anîn ziman ku sedema derengmayîna cîbcîkirina peyama 10’ê adarê hikumeta veguhêz e.
Panêl bi parvekirina nerînên beşdaran bi dawî bû.
