BI HEZARAN KES LI QAMIŞLOYÊ JI BO MAFÊ ZIMAN MEŞIYAN

Rojava Tv
1 Min Read

Li Qamişloyê bi hezaran xwendekar, mamoste û şêniyên bajêr ji bo mafê ziman û misogerkirina wê di destûra nû ya Sûriyeyê de meşiyan.

Beşdarên meşê diyar kirin ku Zarokên wan li dibistan û zanîngehên xwe bi kurdî dixwînin, îro kar û xebatên xwe bi kurdî dimeşînin. Ev serkeftineke mezin e, ji ber ku gelek bi zimanê xwe heye.

Mamoste, xwendekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û gelê bajarê Qamişloyê bi boneya Roja Zimanê Kurdî (15 Gulanê), ji bo mafê ziman û di destûra nû ya Sûriyeyê de mîsogerkirina mafê zimanê kurdî, meşek li dar xistin.

Xwendekar û mamoste bi cilên gelêrî beşdarî meşê bûn. Beriya meş dest pê bike hunermed Mizgîn Tahir bi xwendekaran re strana “Zimanê Kurdî” got.

Meş ji Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê dest pê kir û li Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê.

Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku ew dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanek sereke di Sûriyê de û li tevî welêt bê xwendin û naskirin.

Her wiha beşdaran hêvî kirin ku Zimanê Kurdî cihê xwe di destûra Sûriyê de bigre û were qebûlkirin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Share This Article