Meclisa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê geşedanên dawî yên ku li Sûriyê rû didin û rola jinan ya di Sûriya nû de, îro panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Beşdarên panelê gotin, kongreya ku li Şamê hate lidarxistin, nûnertiya gelê Sûriyê nake.
Meclisa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê geşedanên dawî yên ku li Sûriyê rû didin û rola jinan ya di Sûriya nû de, îro panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Bi dehan endamên Rêveberiya Xweser, rêxistinên mafên mirovan û jinan, PYD, MSD’ê û tevgerên jinan beşdarî panelê bûn.
Panel bi berfirehî li ser rewşa Sûriyê, vedîtina asoyên çareseriyê û rola jinan hate nîqaşkirin.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn Yûsif got, kongreya ku li Şamê hate lidarxistin, nûnertiya gelê Sûriyê nake.
Her wiha Endama Koordînasyona Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Omer jî diyar kir ku, divê jin xwe bi rêxistin bikin û bi yekdestî ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin.
panel bi nîqaş û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû û tê de hate tekezkirin ku divê Sûrî bi tevahî ji projeya Rêveberiya Xweser sûdê werbigrin û rola jinan di avakirina Sûriya nû de neyê paşguhkirin.
