Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê, ji bo nîqaşkirina siyasetên dewleta Tirk yên guhertina demografiya herêmê, semînerek li bajarê Hesekê li dar xist.
Di semînerê de bi dehan rewşenbîr, nûnerên rêveberiya xweser û civaka sivîl, partiyên siyasî, û rêxistnên jinan beşdar bûn.
Di semînerê de axaftin li ser dîroka reş û komkujiyên ku dewleta Tirk pêk anîne, hatin kirin.
Her wiha bicihkirina milyonek penaber ji bo herêmên dagirkirî jî bû rojeva semînerê û beşdaran tekezî li ser rola xirabker a dewleta Tirk kirin.
Fîdan Xelîl rêvebra MSD’ê jî di derbarê semînerê de ji Rojava Tv re axivî.
