CIWANÊN PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ ROLA CIWANAN YA DI SÛRIYA NÛ DE NÎQAŞ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Ciwanan ya Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo nîqaşkirina rola ciwanan ya di avakirina Sûriya nû û banga Rêber APO de panelek li dar xist.
Panel bi amadebûna bi dehan ciwanên herêmê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Di panelê de rewşa siyasî û rola ciwanan ya di avakirina Sûriyeke Demokratîk de hate nîqaşkirin.
Her wiha banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber APO û bandorên wê yên li ser herêmê jî bûn mijarên giring ên nîqaşê.
Piştre beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin û tekezî li ser avakirina Sûriyeke nenavendî û wekhev kirin.

Share This Article