SAZIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN A SURYAN Û ASÛR KONFERANSA XWE YA 5’AN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi diruşmeya “Bi ruh û xwîna şehîdan em azadiya welat û rûmetê ava dikin” Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr konferansa xwe ya 5’emîn li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di konferansê de nûnerên saziyên Beth Nehrîn û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Saziya Malbatên Şehîdan û gelek saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Di kongreyê de li ser navên Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan û Asûr, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser têkoşîna gelê Suryan û Asur û beşdariya wan di avakirina Rêveberiya Xweser de hat pêşandan.

Her wiha rapora saziyê ya du salan û rêzkname hat xwendin.

Share This Article