Encumena cîbicîkar a kantona reqa projeyek ji bo geşkirina karînên karmendên rêveberiya xweser destpêkir û dê proje 7 mehan dewam bike.
Di çarçoveya projeyê de îroj yekem panel li Reqa hate lidarxistin û têde aliyên rêveberî, pêşketina kar û geşpêdana teorî û pratîk her wiha branşên perwerdeyê hatin nîqaş kirin.
Proje destpêka meha îlona borî hate destpêkirin û dê 7 mehan dewam bike û dê tevahî karmendên rêveberiya xweser beşdarî panelên di nava projeyê de tên dayin bibin.
Armanca sereke ji vê projeyê jî geşkirina karê sazî û desteyên rêveberiya xweser e.
LI REQAYÊ PROJEYA GEŞKIRINA KARÎNAN HATE DESTPÊKIRIN
