KANTONA ŞEHBAYÊ BI DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ Û ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Endamê komîteya perwerdeyê ya Kantonên Efrîn û Şehbayê Mihemed Beko dibêje dorpêça Hikûmeta Şamê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan dike.

Her wiha derbarê êrîşên vê dawiyê yên dewleta Tirk de, diyar dike ku armanca êrîşan tunekirina gelê herêmê ye.

Kantona Şehbayê ku zêdetirî 150 hezar koçberên Efrînê lê bi cih dibin, di bin dorpêçeke giran a Hikûmeta Şamê de ye.

Ji destpêka îsal ve Hikûmeta Şamê dorpêç girantir kiriye û rê bi derbasbûna kelûpelên sereke yên jiyanê, sotemenî û derman nade.

Têkildarî mijarê endamê komîteya perwerdeyê ya kantonên Efrîn û Şehbayê Mihemed Beko behsa bandorên neyînî yên dorpêçê dike.

Ji bilî dorpêça Hikûmeta Şamê, kantona Şehabyê rojane bi êrîşên Tirkiyê re rû bi rû dimîne û ev çend roj in Tirkiyê êrîşên xwe dijwartir kiriye

Tevî ku hêzên navdewletî li hemberî dorpêç û êrîşan bêdeng in, lê koçberên Efrînê bi hêvî û ûmîda vegera li warê xwe û tolhildana xwîna şehîdan li ber xwe didin û peyamên serhildêriyê berz dikin.

Share This Article