MIHRÎCANA ROJAVA YA 9`EMÎN BI ÇALAKIYÊN CÛRBECÛR DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) tê lidarxistin, di roja 8’an de dewam dike.

Di roja 8’an a Mîhrîcanê de bi dehan nivîskar, helbestvan û hunermend her wiha şandeyek ji Desteya Çand û ronîkirinê ya kantona Cizîrê amade bûn .

Mihrîcan bi pêşkêşkirina şanoyek li ser Cûha û Şah zaferan destpê kir.

Mihrîcan bi gotina stranan û gerandina dîlanan ji bo zarokan bi dawî bû .

Share This Article