MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A KOBANÊ BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ ŞAHÎ JI ZAROKAN RE LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisên malbatên şehîdan a Kobanê bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahî ji zarokên şehîdan re lidarxist.

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajêr bi amadebûna bi dehan zarok û malbatên şehîdan hat lidarxistin.

Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Cîhan Bozan axivî û got, Gelê Kurd bi saya têkoşîna Rêber Apo nasname û mafên xwe nas kir û ji koletiyê rizgar bû. Em ê jî her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin, heta ku Rêber Apo fîzîk azad bibînin.

Piştre zaroka bi navê Kewser Bozî nameyek bi boneya 4’ê Nîsanê xwend û got: Em wekî zarokên şehîdan rojbûna Seroketî pîroz dikin û em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.

Piştî axaftinan stran û şano ji beşdaran re hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de şêranî li zarokan hate belavkirin.

Share This Article