MÎHRÎCANA FILMAN A JINAN A NÛJIYAN DI ROJA DUYEM DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan di bin dirûşma “Nêrîna Wê ji Azadiyê ye, Çîroka Wê ji Berxwedanê ye”di roja xwe ya duyem de berdewam dike.

Di çalakiyên roja duyem a Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan de semînerek hat dayîn.

Piştî semînerê pêşangeha wêneyan a li ser navê rojnamevana şehîd Cîhan Bîlgîn ku 19 Kanûn 2024 li Bendava Tişrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat hedefgirtin, hate vekirin.

Paşê fîlmê El Vekêro hate pêşandan.

Li gorî bernameyê danê êvarê dê Li Parka Azadî fîlim û kurtefilm werin pêşandan.

Share This Article