Li bajarên Amûdê, Dirbêsiyê, Girkê Legê û Dêrikê jî bi hezaran kesî meşiyan, peyama parastina Rojava û têkoşîna mîsogerkirina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de da.
Her wiha meşevanan gotin, serhildana gel, seferberiya giştî û yekitiya neteweyî mîsogeriya parastin destkeftiyan ne.
Di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de li bajarên Amûdê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê meşên girseyî hatin liarxistin.
Bi hezaran şêniyên bajarê Amûdê bi bilindkirina wêneyên şehîdan û alên Kurdistanê ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd Cîhad meşiyan.
Di meşê de bi yek dengî dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd yek e” hatin berzkirin.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, ji Rêveberiya Dibistanan Hena Xalid axivî û tekez kir, Em ê herêmên xwe biparêzin. Em ê li qadan li ber xwe bidin ta mafên xwe bi dest bixin.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.
Li bajarê Dirbêsiyê jî bi hezaran kes meşek girseyî li dar xist.
Meş li çerxerêya Gardînyayê veguherî mîtîngê û têde axaftin ji aliyê Însiyatîfa Gel a bajarê Dirbêsiyê Silêman Xelîl ve hate kirin.
Silêman Xelîl diyar kir ku Em ê li ser şopa şehîdan û xeta neteweyî berxwedanê bidomînin, ta mafên xwe yên rewa mîsoger bikin.
Meş bi berzkirina silavkirina berxwedana Rojava û yekitiya gelê Kurd bi dawî bû.
Li bajarên Dêrik û Girkê Legê jî bi boneya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de bi sedan kes herikîn qadan.
Şêniyên bajarê Girke Legê, Rimêlan û gundewarên wê meşek ji qada Şehîd Xebat bi rakirina alên Kurdistanê, YPJ,YPG û QSD`ê dest pê kir.
Piştî rawestîna meşê û deqeyek rêzgirtin, axafti ji aliyê Hevserokê Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kenan Berekat ve hate kirin û bang kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de baldar be, yekitiya xwe xurt bikin û bi hevre li hemberî êrişên li ser herêmê têne kirin, bisekinin.
Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî yekitiya Kurdan” bi dawî bû.
Li bajarê Dêrikê jî meş ji qada Azadî ya bajar dest pê kir û li pêşiya Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Endamê TEV DEM Ebduselam Ehmed ve hate kirin.
Ebduselam Ehmed got, Divê em têkoşîna xwe berdewam bikin heyanî ku hemû komployên navneteweyî yên li dijî gelê Kurd têk bibin.
Mîtîng bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî yekîtiya gelê Kurd” bi dawî bû.
