Parêzer Mihemed Ebdê destnîşan kir ku eger Kurdan di nava Parlementoya Sûriyê de rêjeya 50% jî bi dest bixistana dê tu bandor nekirbana, ji ber ku hişmendiya desthilata heyî ya paşguhkirinê ye.
Mihemed Ebdê amaje bi wê yekê kir ku divê Kurd xwe ji nû ve komî ser hev bikin û lêvegereke xurt ya siyasî ava bikin, ji ber ku ew yekane riya bidestxistina mafê wan e.
