MEŞA KOBANÊ: ZIMANÊ ME XETA ME YA SOR E

Rojava Tv
1 Min Read

Li Kobanê jî bi hezaran xwendekar û mamoste bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daketin qadan û peyama “Zimanê me xeta me ya sor e” dan.

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Komîteya Cejna Zimanê Kurdî ya Kobanê meşek di dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye û nasname namire” li dar xist.

Meşê ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî.

Şervan Muslim bi boneya 15`ê Gulanê şehîd Viyan Amara û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku beriya şoreşa Rojava, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe bû lê vaye zimanê kurdî di cîhanê de hatiye misogerkirin, divê di destûra Sûriyeyê de jî were misogerkirin.

Share This Article