Meşa dirêj ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya kantona Firatê ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî hate destpêkirin, di roja xwe ya 2’emîn de dewam dike.
Meş bi dirûşma ”Azadî ji rêber Apo re, Çareserî ji pirsgirêka Kurd re” û bi beşdariya Bi sedan ciwanên kantona Firatê duh ji bajarokê Çelebiyê dest pê kir.
Ciwan di meşê de bê navber dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe û bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok berz dikin.
Meş îro di roja xwe ya duyemîn de gihaşte bajarokê Şêranê yê li rojhilatê bajêr.
Biryar e meşa dirêj ya ciwanan sibe bighêje bajarê Kobanî û li wir bi dawî bibe.
MEŞA DIRÊJ YA KOBANÊ DI ROJA 2’YEMÎN DE BI XURTÎ DEWAM DIKE
