Bi dirûşma “Hunera Şêwekariyê piran di navbera gelan de ava dike” Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê pêşangeheke şêwekariyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê vekir.
Di pêşangehê de ku bi armanca piştgiriya şêwekaran û balkişandina ser tevgera çand û hunera herêmê hatiye vekirin, hunerên 71 şêwekarên ji kantona Cizîrê hatine pêşandan.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero di pêşangrhê de axivî û anî ziman ku pêşangeh yek ji destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkoşîna 14 salan e.
Heveroka Meclisa Çand û Ronakbîriyê ya Kantona Cizîrê Ruba Firêhat jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku huner qadeke ku mirovî nirx û bedewiyê îfade dike.
Piştî axaftinan benê pêşangehê hat birîn. Beşdarvan derbasî hola pêşangehê bûn û hunerên hatine pêşandan temaşe kirin.
Par sala 2024’an pêşniyar hatibû kirin ku pêşangehek hunerên şêwekarên ji kantona Cizîrê were vekirin. Pêşniyar bi eleqeyeke mezin a hunermendan û aliyên têkildar hat pêşwazîkirin.
Ev pêşangehê jî di çarçoveyê vê pêşniyarê de hat vekirin û dê 3 rojan dewam bike.
