Koçberên Efrînî û Xelkên kantona Şehbayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”meşek li darxistin.
Meş bi pêşengtiya Kongra Star a kantona Efrîn ji rêya kampa Serdem a bajarokê Ehdas dest pê kir.
Bi berizkirina siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” JIn JIyan Azadî” meş li Şaredariya gundê Til Sosin rawestiya û veguherî mîtingê.
Di meşê de li ser navê Tevgera Jinan axaftin hat kirin. Axêveran anîn ziman ku, Gelê Kurd li ser şopa fikrên Rêber Abdullah Ocalan e û ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî her wiha çareserkirina pirsgirêka Kurd, têkoşînê bidomîne.
Her di meşê de balkişandin ser xiyaneta PDK û hat gotin ku, Dîrok îsbat dike ku malbata Barzanî îxanetê dike.
