ÇALAKVANÊN REQAYÊ: RAMANÊN RÊBER APO MIFTEYA ÇARESERIYÊ NE

Rojava Tv
1 Min Read

Çalakvan û akademîsyenên Reqayê destnîşan dikin ku parêznameyên Rêber APO çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di nava xwe de dihewîne.
Çalakgeran fikra Netewa Demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser ya ku hemû pêkhateyan di bin banekê de kom dike, bi gaveke erênî nirxand.

Di parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan de çareseriya gelek pirsgirêkên civakî yên weke pirsgirêka jinê û pergalên kapîtalîst heye.

Rêbertî dîroka van pirsgirêkan vegot û işaret bi hilbijartina xeta sêyemîn û xwespartina Netewa Demokratîk weke çareserî kir.

Di vê derbarê de Berpirsê Meclisa Perwerdeyê li Reqayê Beşîr El-Nayêf diyar kir ku parêznameya çarem a ku ew vê dawiyê dixwînin armanca wê gihandina Rojhilata Navîn a saxlem e.

Share This Article