KOÇBERÊN EFRÎNÎ DAXWAZA VEGEREKE BI EWLE DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

koçberên Efrînî yê ku li Helebê bi cih bûne derbarê vegereke bi ewle ji Rojava TV re axivîn.
Koçberan diyar kirin, ji ber ku kiryarên çeteyan li Efrînê berdewam in ew nikarin vegerin cihên xwe.

Piştî rûxîna rêjîma Beis’ê gelek geşedanên cûr bi cûr rû dan û koçberên gelek bajaran vegeriyan cih û warên xwe, lê ta niha Koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di wê êşa koçberiyê de ne û daxwaza wan vegereke bi ewle ye.

Derbarê mijarê de koçberên Efrînî yê ku li Helebê bi cih bûne, ji Rojava TV re axivîn.

Koçberan diyar kirin, ji ber ku kiryarên çeteyan li Efrînê berdewam in ew nikarin vegerin cihên xwe.

Her wiha koçberan daxwaza vegera bi ewle kirin û gotin hêzên navdewletî û rêxistinên mirovî ji bo dabînkirina zemîna vegereke bi ewle erkên xwe cî bi cî nakin.

Her ku diçe zehmetiyên koçberan zêdetir dibin û daxwazên wan yên ji bo vegera bi ewle jî bihêztir dibin.

Share This Article