Meclisa Weqfên Olî ya Kobanê bi daxuyaniyekê êrişên li ser goristana şehîdan û dorpêçkirina li ser bajêr şermezar kirin. Meclisê daxwaza bidawîanîna dorpêçê û vegera koçber bo malên xwe kir.
Di daxuyaniyê de “dorpêçkirina li ser Kobanê hat şermezarkirin, her wiha ji Desteya Weqfên Olî ya Sûriyeyê û civaka îslamî ya navneteweyî hat xwestin ku dorpêça li ser Kobanê û gundên wê rakin da ku şênî bikarin vegerin mal û gundên xwe.
Meclisê di daxuyaniyê de destdirêjiya li ser gorên şehîdan ya li Reqayê jî şermezar kir û got: em kiryarên ku ji hêla hikûmeta demkî ve li dijî gorên şehîdan hatine kirin, yên ku axa Sûriyeyê li dijî terorîzma DAIŞ’ê parastine û ji bo hemû Sûriyeyê şehîd bûne, şermezar dikin.
