MECLISA RÊVEBER A MINBICÊ PARÊZNAMEYÊN RÊBER APO NÎQAŞ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Rêveber a Minbicê ji bo xwendin û şîrovekirina parêznameyên rêber Apo li hev her wiha ji bo ‎yekirina rêgezên neteweya demokratîk li hev kom dibin.‎

Meclis destnîşan dike ku armanca wan bi van kombûyînên perwerdeyê ew e ku jin bi tevahî ‎hişmendiya xwe cewher û dîroka xwe nas bike.‎

Beşdarên komê diyar kirin ku di dema nîqaşên parêznameyên Rêbertî de ew hînî fikira azad dibin û ‎bang li her kesî kirin ku tevlî perwerdeyên bi vî rengî bibin.
ji rêveberên buroya perwerdeyê ya Minbicê Zihêda Ishaq diyar kir ku ew hewil didin bi riya semîner û ‎perwerdeyan hişmendiyê bigihînin jinê.‎

Ji aliyê xwe ve rêveberê buroya qanûnî di meclisa rêveber a Minbicê Elî Yûsif destnîşan kir ku wan di ‎kombûna xwe de aloziya Medenî û û çareserî di şaristanioya demokratîk di Rojhilata Navîn de xwend. ‎

Di çarçoveya xebatên ku ev zêdetirî salekê didome de, li gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê komên xwendinê hatine avakirin.‎

Di nava heftiyê de 3 rojan li hev kom dibin û fikiri û felsefeya Rêber APO nîqaş û şîrove dikin.‎

Share This Article