Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 10’an ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hatibû taloqkirin, dê 17’ê Nîsanê dest pê bike û ji bo dema 3 rojan dewam bike.
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 10’an dê 17, 18 û 19’ê Nîsanê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê were lidarxistin.
Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan her sal di Adarê de bi boneya 8’ê Adarê ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Hîlana Zêrîn a Çanda Jinan ve dihat lidarxistin, lê îsal ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker hat taloqkirin.
Hevseroka desteya çandê ya kantona Cizîrê Firyal Çolî ji Rojava TV re behsa hûrgûliyên mihrîcanê dike.
