MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A REQAYÊ: LI BENDAVA TIŞRÎNÊ VÎNA GELÊ ŞOREŞGER BI SER KET

Rojava Tv
2 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê kêfxweşiya xwe ji ber serkeftina mezin a li bendava Tişrînê û rola erênî ya hevgirtina gelan di vê serkeftinê de anî ziman.
Rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan destnîşan kirin ku berxwedanî yekane rêya serketinê ye.

Ji kanûna sala 2024’an ve, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, êrîşên berfireh li ser Bendava Tisrînê dan meşandin û xwastin wê bikin deriya derbasbûna ber bi herêmên dîtir ji Bakur û Rojhialtê Sûriyê.

Lê di rastiyê de, hewl û daxwazên dagirkeran rastî berxwedaneke bêhempa ya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk hat, berxwedaniyeke hêşt ku hemî gelê herêmê bikeve seferberiyê û piştgiriya wê bike.

Rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê diyar kirin ku berxwedana li Bendava Tişrînê û çûyîna gel bo wê deverê, hevgirtina civakî piştrast kir û prensîbên şerê şoreşgerî di nav gel de xurt kir.

Rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê diyar kirin armanca Tirkiyê ji van êrîşan ew bû ku gel ji elektrîk û avê bê par bihêle û şerekî taybet li dijî wan bimeşîne.

Sed û hejdeh rojan ji berxwedaniyê, serkeftineke dîrokî bi xwe re anî û rûpeleke nû li lênûsa qehremaniya gelê herêmê zêde kir.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 5’ê Gulanê de, daxuyaniyeke fermî belav kir û serkeftina destana Tişrînê ragihand.

Share This Article