LI KOBANÊ ŞEHÎD ELÎ HEYDER KAYTAN Û RIZA ALTÛN HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Pêşengên Tevgera Azadiyê Elî Heyder Kaytan û Riza Altûn li goristana şehîd Dîcle ya Kobanê hatin bibîranîn.

Di bîranînê de daxuyaniyek hate xwendin û berxwedaniya herdu şehîdên pêşeng yên li çiyayên azad û têkoşîna wan a bi salan hat silavkirin.

Her wiha hate gotin, şehîd Elî Heyder û Riza Altûn cihê xwe di damezirandina PKK’Ê de girtin û bûn pêşengên tevgera azadiyê.

Her wiha di daxuyaniya de ji bo şihadeta herdu hevalên pêşeng sersaxî ji malbatên wan û rêber Apo re hat xwestin.

Share This Article