TEV-DEM Û DESTEYA TENDURISTÎ GEŞEDANÊN DAWIYÊ GOTÛBÊJ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera civaka demokratîk TEV-DEM û desteya tenduristî ya kantona cizîrê ji bo nîqaşkirina geşedanên ‎dawî li sûrî bi giştî û herêmê bi taybet û rewşa tenduristî, civînek li bajarê qamişlo lidarxistin.‎
‎ Civîn bi bi beşdariya yekîtiya bijîşk, dermansaz û bi deham xebatkarên tenduristiyê bi durişma mil bi mil ‎ji bo avakirina civakeke sûrî ya saxlem, demokratîk û azad, li navenda mihemed şêxo ya bajarê qamişlo ‎hate lidarxistin.‎
Di civînê de geşedanên dawî li sûriyê û rola bijîşkan a di avakirina civakek saxlem de hate nîqaşkirin.‎
Paşê beşdaran nêrîn û pêşinyarên xwe parvekirin.‎

Share This Article