Nexweşxaneya Xabûr a li bajarê Hesekê ku berê bi navê Nexweşxaneya Şehîd Sarya dihat naskirin, piştî xebatên sererastkirin û nûkirinê îro bi merasîmekê dîsa hat vekirin.
Di merasîma ji nû ve vekirina nexweşxaneyê de nûnerên saziyên sivîl, rûspî, endamên saziyan, xebatkarên tenduristiyê, tevî hejmarek pêkhateyên bajarê Hesekê amade bûn.
Piştî deriyê nexweşxaneyê hat vekirin, beşdar derbasî hundir bûn li nav beşên wê geriyan.
Nexweşxaneya Xabûr bi alavên tibî yên pêşketî û navendeke tedawiya fîzîkî hatiye amadekirin.
Di nexweşxaneyê de 10 ambulans hene. 3 ji wan ji bo veguhestina bo parêzgehên din û 3 ji bo bajarê Hesekê û 4 jî ji bo deverên derdorê wekî Dêrik, Qamişlo, Amûdê û herêmên din ên parêzgehê hatine veqetandin.
