Meclîsa Karûbarên Civakî ya Kantona Reqayê îro ji bo nîqaşkirina xebatên salê civînek li dar xist.
Civîn bi beşdariya Hevserokatiya Meclîsa Karûbarên Civakî û Endamên meclîsê li hola civînan hat lidarxistin.
Di civînê de, rewşa siyasî ya li herêmê û cîhanê hat nirxandin.
Paşê raporên karûxebatên salekê, projeyên ku di sala 2023’an de pêk hatine û yên ku nehatin pêkanîn, hatin xwendin û nîqaş li ser wan hatin kirin.
Civîna salê ya Meclîsa Karûbarên Civakî ya Kantona Reqayê bi encaman û projeyên ji bo sala 2024’an bi dawî bû.
Hevseroka Meclîsa Karûbarên Civakî ya Kantona Firatê Hêlîn Haçim behsa naveroka civînê kir.
MECLÎSA KARÛBARÊN CIVAKÎ YA REQAYÊ XEBATÊN XWE YÊN SALEKÊ NIRXAND
