Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê di çarçoveya kampanyaya Keziyan ya ku hatiye destpêkirin, çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star “Peyman Elûş” ve hate kirin.
Peyman Elûş di axaftina xwe de got: “Jinan bi hemû hêza xwe li hemberî çeteyan têkoşîn kir û ev zihinyeta ku jinan dike hedef têk bir. Jin bi berxwedan û têkoşîna xwe bûn sembola azadiyê.”
Pişt axaftinê, Keziya ku bi rengê Kesk, Sor û Zer ku bi destên jinan hatibû hûnandin, li pêşiya Qada Jina azad hat daliqandin.
Çalakî bi dirûşma “Jin jiyan Azadî” bi dawî bû.
