MECLISA JINÊN SÛRIYÊ KOMXEBATEK LI KANTONA MINBICÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Jinên Sûriyê derbarê roja aştiyê ya cîhanî de komxebatek li kantona Minbicê li dar xist.

Komxebat bi beşdariya bi dehan jinên ciwan, endamên Meclisa Jinên Sûriyê, Rêveberiya Xweser û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.

Di komxebatê de Li ser navê komîteya têkiliyan ya meclisa Jinên Sûriyê Neqşiya Xelîl axivî û got, jin roleke mezin di belavkirina aştiyê ya di nava civakê de dilîzin.

Her wiha di komxebatê de deriyê nîqaş û gûftugoyê hate vekirin û beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin.

Share This Article