10’emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê ku ji 17’ê Nîsanê ve dest pê kiribû, bi pêşkêşkirina spasname û xelatkirina jinên hunermend bi dawî bû.
Di çarçoveya bernameya roja dawî de, hunermend Yasmîn Esker stran gotin û ji bo danasîna komîteya nirxandina pêşbirka helbest, çîrok û şêwekariyê senîvîzyonek hate pêşandan.
her wiha Komîteya Amadekar a Festîvalê spasname pêşkêşî hemû sazî, kesayet, navend û komên hunerî yên ku tevlî çalakiyên festîvalê bûn, kir.
Di 10’emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê de 30 jinên şêwekar bi 45 tabloyan û di beşa karê destan de jî 23 komele, rêxistin, kom û kesayetên jin ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Êzdî amade bûn.
