MECLISA JINÊN SÛRIYÊ BANDORA CÎHANA DÎJÎTAL NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya “Hişyariya Dîjîtal: Derfet û Zehmetî ji bo Jinan di Cîhana Teknolojiyê de” Meclisa Jinên Sûriyê derbarê bandora cîhana dîjîtal li ser jiyana jinan û rêbazên bihêzkirina wan panêlek diyalogê lidarxist.

Panêl li Navenda Meclîsa Jinan a li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê hate lidarxistin û tê de jinên serbixwe, endam û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

Di panêlê de li ser têgeha hişmendiya dîjîtal girîngiya bikaranîna teknolojiyê bi ewlehî, zanîna mafê dîjîtal, parastina nepenîtiyê li ser înternetê nîqaş hatin kirin.

di nava panelê de hat tekezkirin ku divê jin bikaribin bigihîjin zanîn û perwerdeyê û bi rêya xizmetên dîjîtal rêveberiya jiyana rojane hêsan bikin.

Di dawiyê de beşdaran tekez kirin ku divê bernameyên perwerdeyê, avakirina navendên teknolojiyê û piştgirîkirina kampanyayên hişyariyê li ser ewlehiya dîjîtal û girîngiya perwerdehiya teknîkî ji bo kêmkirina vê bandorê,bên vekirin.

Share This Article