MECLISA JINAN A TEV-DEM’Ê YEKEMÎN KONGREYA XWE LI SER ASTA HERÊMÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê îro yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Jina birêxistinkirî garantiya avakirina civaka demokratîk e” li darxist.

Kongre bi beşdariya 375 delgeyan li bajarê Hesekê li dar ket.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aiyê hevseroka TEV-DEM’ê Remziyê Mihemed Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid û Endama Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman hatin kirin.

Paşê rewşa siyasî ji hêla endama Desteya Hevserokatiya (PYD) Foza Yûsif ve hate şîrovekirin.

Her wiha perspektîfên Rêber APO hatin gudarkirin û sînevîzyonek li ser karûxebatên meclîsê hate pêşandan.

Piştre rêziknameya meclîsê hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin..

Nûrşan Ferho wek berdevka Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şêrîn Hesen wek cîgira berdevka meclisê hatin hilbijartin. Her wiha endamên meclisê jî (50 kes) hatin hilbijartin.

Share This Article