JINÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PÊŞENGÎ JI QONAXÊN GIRING ÊN ŞOREŞÊ RE DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Îro 8’ê adarê roja jinan a cîhanî ye. Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kêliyên destpêkê ve pêşengî ji şoreşê re kirin.

Jinan cihê xwe di hemû qadên şoreşê de girtin û bi dilwêrekî mohra xwe li hemû qadên jiyanê xistin.

Îro jî li Pira Qereqozaq, Bendava Tişrîn û Dêr Hafirê navnîşan û serkêşên berxwedanê, şervanên YPJ’ê ne.

Seroka desteya jin a kantona Cizîrê Rohat Xelîl dibêje, ew ji bo avakirina civakeke demokratîk dixebitin.

Her wiha Hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Arya Mele Ehmed jî da zanîn ku, ev sedsal sedsala jinên azadîxwaz e.

Di dirêjahiya salên şoreşê de tevî ku jin rastî êrîş, komkujî û siyasetên tasfiyekirinê hatine, lê ti carî serî netewandine û dayîm bi bîra xwe ya dîrokî ber bi rêya azadiyê ve meşiyane.

Share This Article