Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo civîna xwe ya salane îro li dar xist.
Di civînê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî û bal kişand ser rewşa siyasî û civakî ya jinan.
Cewahir Osman banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bibîr xist û bêhelwestiya dewleta Tirk bi tundî rexe kir.
Di berdewama civînê de beşdaran nîqaş dan destpêkirin. Di nava nîqaşan de mijarên wekî vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin gotûbjkirin û tekezî li ser pêkanîna azadiya Rêber APO hate kirin.
Ev civîn di çarçoveya rêzecivînên amadekirina konferansa giştî ya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan de bi rê ve çû.
