MECLISA JIN DIYARDEYA XWEKUŞTINÊ Û ÇARESERIYA WÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber bûyerê xwekujiyê, komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Komxebat di bin diruşmeya ” Werin em bi hev re ji bo vejandina hêviyê bixebitin” li hola Burc a li bajêr hat li dar xistin.

Bi dehan jinên herêmê, Rêxistina Sara, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên Sivîl û desteya jina ya kantona Cizîrê beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de mijarên mîna Xwekuştin ji aliyê civakê, Ol û kevneşopiyê ve û sedemên xwekuştin hatin nîqaşkirin.

Beşdaran diyar kirin ku ji ber bûyera xwekuştinê di vê dema dawiyê de zêde bûye, pêwîste em çareyan ji bo vê diyardeyê di zûtirîn dem de bibîn.

Komxebata Meclisa Jin bi girtina hin encamnameyan bi dawî bû.

Share This Article