Kongra Star bi daxuyaniyekê qetilkirina jina ciwan a 19 salî li Hesekê şermezar kir û daxwaza hesabpirsînê kir.
Duh li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê jineke ciwan a 19 salî bi guleyeke damanceyê hat qetilkirin.
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina jina ciwan, îro endamên Kongra Star, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û çalakvanên hiqûqî hatin gel hev û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku qetilkirina jinên ciwan binpêkirina herî mezin a mafên mirovan ya herî belav û wêranker e.
Di dawiyê de bang li saziyên hiqûqî, aliyên têkildar û rêxistinên parêzvanên mafên jinan hat kirin ku der barê vê sûcî de bi lez lêkolînê vekin û cezayên giran bidin sûcdar.
