Nameya Rêber Abdullah Ocelan a ku ji zarokan re şandibû, ji şagirtên dibistana şehîd cîgerxwîn a bajarê Kobanê re hat xwendin.
Çalakiya xwendina nameya Rêber APO ji aliyê Insiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Apo ve hat darxistin.
bi dehan şagirt û mamosteyên dibistana Şehîd Cegerxwîn beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Hevserokê Insiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Apo Bekir Ceradê axivî û got, zarok pêşeroja civakê ne û ew dê ziman û nasnameya kurdî bi cîhanê bidin naskirin.
