MECLISA PARASTINA ZAROKAN DAXUYANIYEK BI BONEYA “ROJA CÎHANÎ YA ZAROKAN” DA

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Parastina Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi boneya 20’ê Mijdarê “Roja Cîhanî ya Zarokan” daxuyaniyek da.

Di Daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku ji mafê zarokan e ku di jiyanek ewle de bijîn, perwerde û tenduristiyê dirust bistînin.

Meclisa Parastina Zarokan diyar ku di nava 15 salên borî de, bi hezaran zarokên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji mafê xwe bêpar in û di şertên jiyanê yên herî zehmet de jiyan dikin.

Meclisa Parastina Zarokan bang li aliyên têkildar kir ku vê Roja Zarokan a Gerdûnî bikin nûkirina peymana parastina zarokan û misogerkirina ku her zarokek di hewîrdoreke aram, aştî, dadmendî, û rûmeta mirovahiyê de bijî.

Share This Article