Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê îro konferansa xwe ya 2’emîn li kantona Reqayê li dar xist.
Konferans bi beşdariya endamên meclisê, nûnerên saziyên jinan û desteyên rêveberiya xweser hate lidarxistin.
Di konferansê de axaftin hatin kirin û lidarxistina konferansê li beşdaran hate pîrozkirin.
Her wiha geşedanên siyasî hatin gotûbêjkirin û rewşa rêxistinî jî hate nîqaşkirin.
Hejmarek sazî û rêxistinên jinan jî peyamên pîrozbahiyê ji bo konferansê şandin.
Piştre 13 endam ji bo Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Idlibê hatin hilbijartin.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser aktîvkirina rola jinan hate kirin.
