MECLISA JIN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ PÊŞXISTINA ROLA JINAN LI REQAYÊ NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê rola jinan di nava beşên civakê de û gihştina wê ya di nava asta biryardayînê de bi komxebatekê li Reqayê nîqaş kir.

Komxebat di bin diruşmeya ” Têkoşîna jinên Sûriyeyê û ezmûna avakirina aştî û civakeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” hat lidarxistin.

Bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, saziyên Sivîl û Leşkerî, partiyên siyasî û çalakvanên jin di komxebatê de cihê xwe girtin.

Di komxebatê de piştî deqeyek rêzgirtin, mijarên weke rola jinan di nava civakê de û zêdekirina beşdariya jinan di cihên biryardanê de hatin nîqaşkirin.

Share This Article