Kombûn Jinan a Zenûbiya û Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, cenazeyê komîteya perwerdeyê ya kombûna Jinan a Zenûbiya şehîd Kerem Şehab endama oxir kirin.
Di merasîmê de saziyên sivîl û leşkerî, rêxistin û tevgerên jinan û Meclîsa Malbatên Şehîdan amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Kombûn Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwastin û soxa şopandina şehîdên azadiyê hat dayîn.
Her wiha hat tekezkirin ku, wê hesab ji dijmin were xwastin û bi berxwedana xwe serkeftinê misoger bikin.
Cenazeyê Şehîd Kerem Şehab bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin û bijî berxwedana jinan” hat veşartin.
