KOORDÎNASYONA JIN A KANTONA FIRATÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Koordînasiyona Jin a Kantona Firatê bi armanca nîqaşkirina kar û xebatên xwe, civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn bi beşdariya Endam û rêveberên sazî û desteyên rêveberiya xweser, kongra star, sazî û rêxistinên jinan li hola şehîd Hecî ya li meclîsa cîbicîkar a kantonê pêk hat.

civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre perspektîvên rêber Apo hatin xwendin.

di civînê de rapora salane a Koordînasiyona Jin ya Kantona Firatê hate xwendin, piştre sinifizyonek li ser kar û xebatên koordînasiyonê hate temaşekirin.

di dawiya civînê de plansaziya ji bo sala bê hate diyarkirin.

Share This Article