Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê derbarê Rewşa Dawî û êrîşên çekdarên ser bi hikûmeta demkî li dijî her dû taxan kongirek çapemeniyê li dar xist.
Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di kongireyê de da xuyakirin ku hikûmeta veguhêz dorpêçek giran li ser her dû taxan ferz kiriye û nahêle ku pêdiviyên sereke derbas bibe.
her wiha da diyar kir ku çekdarên ser bi hikûmeta demkî ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin bi ermanca rêgiriya li pêş peymanan êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin.
