bi dirûşma “Em vegereke ewle û bi rûmet ji bo Efrînê dixwazin” Kombenda Efrîn a Civakî ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û daxwaza vegereke ewle bo Efrînê meşek li bajarê Qamişlo lidarxist.
Meş bi amadebûna bi sedan koçberên Efrînî û endamên saziyên sivîl ji Stada 12’ê Adarê destpêkir.
Koçberan bi hildana şaxên zeytûnan û bi berizkirina dirûşmên” em efrînê diwazin” ber bi Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.
Li wir meş veguherî mîtîngê.
di mîtîngê de li ser navê Kombenda Efrîn a Civakî axaftin hat kirin û tekezî li ser vegera koçberên Efrînî bi aramî û rizgarkirina herêmên dagirkirî hat kirin.
mîtîng bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.
