Mala Êzîdî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya Cejna Çarşema Sor, şahiyek li herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd lidarxist.
Şahî bi dirûşma “Bi rihê şehîdên azadiyê em ê Çarşema Sor vejînin û dagirkeriyê têk bibin” pêk hat.
Di şahiyê de, Şêxên Êzidiyan, Endamên Tevgera Civaka Demokratîk, Rêxistinên Olî û Netewên Xiristiyan, amade bûn.
Êzidiyan diyar kirin ku ev cejn ji bo gelê êzidî roja vejînê ye û hêvî kirin ku ev cejn bibe sembola aştî û wekheviyê di nava pêkhateyên sûriyê de.
ÊZDIYÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ CEJNA ÇARŞEMA SOR PÎROZKIRIN
