MECLISA GELAN A RÊVEBERIYA XWESER KIRYARÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Gelan a Demokratîk ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Meclisa Gelan a Demokratîk di daxuyaniya xwe de got, dewleta Tirk bi rêya êrîşên li dijî binesaziya herêmê aramiyê têk dibe.

Her wiha diyar kir ku Tirkiyê bi rêya polîtîkaya xwe dixwaze demografya herêmê biguherîne.

Di beşekî din a daxuyaniyê de Meclisa Gelan a Demokratîk behsa şewata di navbera Mêrdîn û Amed de kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Her wiha diyar kir ku, dewleta Tirk agir kontrol nekir û di encamê de bû sedema ziyanên gelekî mezin.

Di dawiyê de meclisê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker rawestîne.

Share This Article