Meclisa Gelan a Demokratîk ji bo nîqaşkirina reşenivîsa komîseriya bilind ya hilbijartinan rûniştina xwe ya 94’an li dar xist.
Rûniştin bi beşdariya Rêveberên Meclisa Gelan yên kantonan, Hevserok û Endamên Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser, li hola encûmena zagonsaz ya kantona Reqayê li dar ket.
Rûniştin bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir û piştre reşenivîsa ku ji 29 made û 3 bendan pêk tê hat xwendin û deriyê nîqaşê li ser wan hat vekirin.
Çaverê ye ku di rûniştnê de navên endamên komîseriya bilinid a hihlbijartinan were aşkerekirin.
