2’EMÎN FESTÎVALA PÊŞBIRKA HESPÊN EREBÎ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Duyemîn Festîvala Cizîrê ya Pêşbirka Hespên Erebî yên resen li gundê Girkê Xelo yê girêdayî bajarokê Çilaxa ya li Kantona Cizîrê hat lidarxistin.

festîval di bin çavdêriya Komeleya Hespên Erebî yên resen li Kantona Cezîrê û bi hevkariya Yekîtiya Cotkar û sewaldariyê û bi beşdariya berfireh a hezkiriyên siwarbûn û hespan hate lidarxistin.

Di festîvalê de pêşbirka bedewiya hespan, jêhatîbûn û lezê, hunerî, standên wênekêşiyê û performansên cûrbecûr ku karakterê çandî û werzîşî yê festîvalê dewlemendtir kir, hatin lidarxistin.

li gor aliyên peywendîdar armanca festîvalê parastin û pêşxistina nijada hespê erebî yê resen û balkişandina ser girîngiya vê werzîşê di mîrata herêmî de.

Share This Article