Meclîsa Gelan a Demokratîk a kantona Cizîrê îro bi boneya têkçûna rêjîma Bassê efûya giştî raghand.
Meclîsê biryara efûya giştî di rûniştina xwe ya 1’6an de ku li hola Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Qamişlo li dar ket, raghand.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Dadê, Meclîsa cîbcîkar a Rêveberiya Xweser a cizîrê, meclîsa zagonsaz û hejmarek ji hiqûqnasan beşdar bûn.
Biryara Efûya Giştî li hember beşdaran hat pêşkêşkirin û nîqaşkirin.
Di biryarê de li ser bingeha bendên hevpeymana civakî, ji bo hemû sûcên ku hatine kirin, efûyeke giştî hat dayîn.
Ev biryar ji roja derketina wê ve ji aliyê Meclisa Gel a demokratîk ve dê bikeve meriyetê.
