Meclisa Cîbcîkar a Kantona Cizîrê îro bi daxuyaniyekê, cihên lidarxistina pîrozbahiyên cejna sersala Asûrî-Babilî “Cejna Ekîto” aşkere kir.
Daxuyanî li qada Şehîdên Seyfo ya li bajarê Qamişlo hat dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, pîrozbahiya Ekîto ya Qamişlo dê li qada Qebrî Hyûrî ya Gir Şêran, li Dêrikê li gundê El-Hekemiyê û li Hesekê jî li Dêra Tel Werdiyat ya Til Temrê, bê lidarxistin.
Meclisa Cîbcîkar a Kantona Cizîrê di dawiya daxuyaniyê de cejna Ekîto li Suryan û Aşûriyan pîroz kir, her wiha tekez kir ku ew ê her dem piştgiriyê bide pîrozbahiyên dîrokî yên gelên herêmê.
